Li DYA’yê bi hezaran penaberên zarok ji malbatên xwe dûr in

Li DYA’yê dawî li wê gavê anîn ku penaberên li girtîgehê ne, ji zarokên wan werin qutkirin lê dîsa jî hê 2 hezar zarok nedane malbatên wan.

Helwesta li dijî polîtîkayên dijî penaberan a Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) didomin, li hêla dî jî zarokên penaberên qeçax ku ser sînor têne girtin, ji zarokên wan têne qutkirin. Van heftiyên dawî 100 jê di bin 5 salî re, nêzî 2 hezar û 300 zarok ji malbatên wan hatibûn qutkirin, ew şandibûn navendên bi kontrola Wezareta Tenduristiyê.

26’ê Hezîranê bi biryareke dadgerekî dadgeha San Dîegoyê biryar hatibû standin ku zarokên penaberan bişînin cem malbatên wan ên li girtîgehê. Dadger biryar dabû ku zarokên ku temenê wan di bin 5 salan de herî dereng di nav 15 rojan de divê bidin malbatên wan û yên din jî divê di nav 30 rojî de bidin malbatên wan.

Lê ji ber tespîta nasnameyê ya zarokên ku li wezaretê têne girtin bi derengî dibe heta niha tenê 500 zarok şandine cem malbatên wan, ji bo ku ev pêvajo bileztir bibe hatibû ragihandin ku wê serî li testên DNA’yê bidin.

WEZARET JI DARAZÊ HINEKÎ WEXT DIXWAZIN

Wezareta Dadmendiyê dibêje testên DNA’yê jî di hin rewşan de wê têrê nekin û dibe ku hewceyî pê çêbibe ku belgeyên berdest werin kolandin.

Tê gotin wezareta li bara daxwazên darazê ji bo ku derengtir zarokan bidin malbatan pêşniyarekê hazir dikin.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp 20’ê Hezîranê bi biryarnameya ku îmze kirî dawî li wê gavê anîbû ku zarokên penaberan ji malbatên wan qut li navendan werin hiştin. Lê hê jî 800 zarok ji malbatên qut in.