Li DYA êrîş: Herî kêm 8 kes mirin

Li herêma Manhattanê ya li bajarê New York e DYA, ji ber êrîşekê de 8 kes mirin.

Êrîş li başûrê Manhattanê, duh li gorî dema herêmê piştî nîvro rû da. Hatibû ragihandin ku qemyonekê daye nava mirovan û piştre gule hatiye reşandin. Lê belê di daxuyaniyên piştre hatin dayin de hat ragihandin ku êrîşkar bi tenê ye û piştî ji wesayitê daket, çekên di destê wî de bûn 'ne xetere' bûn.

Tê îdîakirin ku ev êrîşa ku li cihekî nêzî Şaredariya New Yorkê rû da, 'êrîşeke terorîstî' ye. Hat ragihandin ku êrîşkar 29 salî ye û ne ji New Yorkê ye. Agahî nehat dayin ku ev kes welatiyê kîjan welatî ye.

Li gorî agahiyan, hejmara mirovên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan gihîştiye 8 kesan û gelek kes jî birîndar bûne. Eşkere bû ku êrîşê saet di 15:00 de rû da û di êrîşê de qemyonekê ajotiye herêm rêya bisikletan.

Der barê êrîşê de ku bi qasî saetekê dewam kir Qesra Spî daxuyanî da û diyar kir ku Serok Donald Trûmp rewşê dişopîne.

Eger bê piştrastkirin ku ev êrîş êrîşeke terorê ye, wê bibe yekemîn êrîşa terorê ji dema destpêka wezîfeya Trûmp û vir ve.