Li Dragûîgnanê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin.

Li gelek bajar û navendên Ewropa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan tê protestokirin. Duh li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê bi armanca protestokirina tecrîdê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyan li bajar meşek li dar xist û wêneyên Ocalan hildan. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku wê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan bidomin.

Çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Ciwanên Azad hatî organîzekiirin bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.