Li dijî Covîd-19 hebên li hemberî îltihabê bi kar nînin!

Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê diyar kir ku di nexweşên Covîd-19 de dermanên antî-enflamatûar nexweşiyê girantir dikin. Pêşniyarê dike ku dema canê mirovan bisincire paracetamol bi kar bînin.

Dema ku semptomên vîrûsa Koronayê hatin dîtin, hebên antî-enflamatûar divê bên bikaranîn an na?

Wezîrê Tenduristiyê yê Fransayê Olîvîer Veran roja Şemiyê hişyarî da û ji hingî ve ev pirs tê kirin. Çima hebên li dijî îltihabê divê neyên bikaranîn?

Wezîrê Tenduristiyê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir, dibe ku sedema girankirina enfeksiyonê, dermanên antî-efnlamatûar bin. Di rewşa heyî de lêkolîneke zanistî ya di vî warî de nîne. Îbuprofen (Advîl, Nûrofen...) weke dermanên antî-enflamatûar derdikevin pêş.

Lê belê daxuyaniya wezîr xwe dispêre çavdêriyên li ser nexweşên di kategoriya bi rîsk de yên linexweşxaneyan. Hate ragihandin ku yên kêmî 65 salî di asta bi rîsk de bi vîrûsa Korona ketine, taybetmendiya hevpar a hemûyan ew e ku bi serê xwe antî-enflamatûar wergirtine.

Ji bo daxistina tîna bedena mirovan jî kedkarên tenduristiyê bi taybetî dermanê paracetaml pêşniyar dikin.

Servîsa tenduristiyê ya Kantona Vaûd a Swîsreyê jî piştî daxuyaniya Wezîrê Fransayê pêşniyar li dermanfiroşên kantonê kir ku bikaranîna paracetamolê teşwîq bikin.