Li deryaya spî bobelata koçberan

Komeke penaber ku dixwest di ser Deryaya Spî re biçe Ewropayê noq bû û 34 kes mirin.

Li peravên Kerkennahê ya Tûnisê lotkeyek ku penaber hildigirtin noq bû. 

Tê gotin piraniya yên di lotkeyê de, ku li peravên bajarên peravê Safakesê noq bûyî jin û zarok in.

Li gorî yek ji rayedarê bajarê Safekesê Mûrad Turkî heta niha wan xwe gihandiye cenazeyê 12 kesan.

Sêşemê jî cenazeyên 22 kesan hatibû dîtin. Diyar bû, yên ku mirine 23 jê jin, 2 jê zarok in.

Tê gotin di lotkeyê de 53 kes hebûn û piranî jî van kesan ji welatên Efrîkaya Biniya Sehrayê ne.