Li Derya Spî karesateke din: Herî kêm 7 koçber mirin

Bota plastîk ku koçber tê de bûn û ji Lîbyayê diçû Îtalyayê, li Derya Spî noqî avê bû. Di karesatê de gelek koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Yekîneya ewlekariya peravê ya Îtalyayê Gûardîa Costîera li ser mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo rizgarkirina koçberên bi botên plastîk ji Lîbyayê bi rê ketin, wan operasyon kirine.

Hat ragihandin, ku di encama van operasyonan de bi sedan penaber hatine rizgarkirin, lê di boteke plastîk de cenazeyên 7 koçberan hatine dîtin. Agahiyeke berfireh nehat dayin ku koçberên jiyana xwe ji dest dane ji kîjan welatî hatine. Hat gotin, koçberên din ên hatin rizgarkirin jî li keştiyeke leşkerî hatin bicihkirin.

Tê gotin, bi saya operasyonên bi navê 'Sophîa' ku tê îdîakirin li dijî qaçaxçiyên mirovan tê kirin, hejmara hatina koçberan kêm bûye. Ji destpêka salê û vir ve di nava 10 mehan de 150 hezar koçberî di ser Derya Spî re xwe gihandin welatên Ewropayê. Ji van herî kêm 2 hezar û 826 koçberî jiyana xwe ji dest dan.