Li Derya Spî bi kêmanî 45 koçber mirin

Di encama noqîavêbûna keştiya ku koçberên ji Lîbyayê dixwestin biçin Îtalyayê, bi kêmanî 45 koçber mirin.

Li gorî daxuyaniya hevpar a ji aliyê Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (ÎOM) û Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hate dayîn, 37 koçber li peravên Zwara ya Lîbyayê hatine rizgarkirin. Li gorî keştiyeke ku koçber li nav bû li Deryaya Spî ji ber teqîna motora wê noqî avê bûye.

Li gorî daxuyaniyê 37 kes ji aliyê masîvanên derdor ve hatine rizgarkirin, li gorî koçberên hatine rizgarkirin bi kêmanî 45 koçberên din jî di keştiyê de hebûn.