Li çola Afrîkayê zexteke giran li koçberan tê kirin

Drama koçberan a li çola Afrîkayê dewam dike. Hikumeta Cezayîrê bi deh hezaran koçberên ji Nîjeryayê hatine û dixwazin biçin Ewropayê li çolê hiştiye.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), hikumeta Cezayîr bi deh hezaran koçberên ji Nîjerê derbasî Cezayîrê bûne û dixwazin biçin Ewropayê, li nava çolê hiştiye.

Li gorî IOM'ê, tenê 14 mehên dawî herî kêm 11 hezar koçber ji aliyê rêveberiya Cezayîrê ve li çolê bê nan û av hatine hiştin. Li gorî vê yekê, koçberên ku jinên ducanî, pitik û zarok jî bi di nav de hene, neçar tên hiştin ku li nava çola dijwar bimeşin û bi çin ser sînor.

Tevî li çola Cezayîrê asta germahiyê digihêje 50 pileyî jî, jenderme zexteke li derveyî mirovahiyê li koçberan dikin û dikin ku li Çola Saharayê bimeşin.

Piraniya koçberan ji ber şer, nexweşî û zehmetiyên aborî yên li welatên xwe koçber dibin û li gorî Peymana Cenevreyê jî mafê wan e ku penaberî ji wan re bê dayin. Lê belê hêzên Cezayîrê li şûna ku bi vê berpirsyariya xwe rabin, koçberan li navenda IOM a li Arlîtê ya li Nîjerê vedigerînin.