Li cîhanê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê

Li cîhanê bi sed hezaran kes ji bo 1’ê Gulanê derketin qadan û 1’ê Gulanê pîroz kirin. Karker û kedkaran daxwazên xwe gotin.

1’ê Gulanê bi kêmanî li 100 welatî bû betlaneya fermî. Ev welat 67 ji 100’î nifûsa dinyayê pêk tînin. Îsal piraniya çalakiyan ji hêla sendîkayan û partiyên siyasî ve hatine kirin.

Li piraniya welatên Ewropî karker derketine kolanan û bi reng, ala û dirûşêm xwe daxwazên xwe gotin. Bi taybetî li Fransayê pişî grêvên mezin 1’ê Gulanê hat. Li tevahiya welêt li 240 navendî çalakî hatin kirin û bi sed hezaran kes hazir bûn. Sendîka û partiyên çepgir xwestin ku 1’ê Gulanê bikin ‘roja ku têkoşîn bûne yek’. Sendîkayan bi serê xwe çalakî kirin û li dijî polîtîkayên hikûmeta Macron ku pişta patronan digire peyman dan. Meşa mezin li Parîsê çêbû, li Marsîlaya lîderê çepgir Jean-Luc Melenchon jî di meşê de hazir bû û 26 hezar kes meşiyan.  Li Parîsê par 142 hezar kes hatibûn cem hev.

Li Swîsreyê daxwaza navendî, wekheviya mehmizê derkete pêş û li tevahiya welêt 50 meş û mîtîng hatin kirin. Li vî welatî jin li gorî mêravan 7 ji 100’î kêmtir mehmizê distînin.

Li Moskowê jî li Meydana Sor 120 hezar kes li hev civiyan. Li Rûsyayê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi salan veguherî rewşeke wiha ku rejim di wê rojê de hêza xwe nîşan bide û muxalefet her ku çû bêdeng ma.

Li Yewnanîstanê jî bi hezaran kes derketin qadan û li Atînayê 3 meşên cuda hatin kirin. Ji bo ku 1’ê Gulanê grev hate kirin.

Li Filîpînê jî 5 hezar kez heta bi Qesra Malacanangê meşiyan û bêdengiya Serokkomar Rodrîgo Duterte ya li bara peymanên karê demkurt helwesta xwe nîşan da. Duterte dema kampanyaya hilbijartinê gotibû ew ê dawî li van peymana bîn.

Li Koreya Başûr jî 10 hezar kes civiyan û xwestin ku mehmiza kêm were zêdekirin.

Li Hong Kongê, Kamboçya û Endonezyayê bi 10 hezaran karker û kedkar 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Li Kongoyê li gorî salên berê meşên mezin hatin kirin. Li welatên Balkanan Bangladeş, Pakîstan, Makedonyayê û Hondurasê piranî sembole komunîzmê derketin pêş. Li Pakîstanê jî zêdebûna jinan a di pîrozbahiyan de bal kişande ser xwe.

Li Myanmar û Lîbyayê 1’ê Gulanê li qadên vekirî nehate pîrozkirin, li Sûriyê ku şerê navxweyî lê heye 1’ê Gulanê zêdetir li Rojava û Bakurê Sûriyê hate pîrozkirin.

Li Pakîstan, Endonezya û Tirkiyê 1’ê Gulanê li gel ku hate pîrozkirin jî qedexe hebûn. Li Tirkiyê li gel zextên rejîma faşîst jî karker derketin kolanan û peyama têkoşîna hevpar dan. Di pîrovahiyê Tirkiyê de hilbijartina 24’ê Hezîranê û Serokkomariyê bû rojev.