Li cîhanê kesekî duyemîn ji vîrûsa HÎV'ê rizgar bû

Vîrûsa HÎV'ê 40 salên dawî bi dehan milyon mirovî ket. Hate ragihandin ku kesekî duyemîn ji vîrûsa HÎV'ê rizgar bûye.

Vîrûsa HÎV'ê dibe sedema nexweşiya AÎDS'ê. Kesên ku bi vîrûsa HÎV'ê dikevin neçar in heta bimirinbi vîrûsê bijîn. Dema jiyana bi nexweşê jî tenê bi tedawiyê tê dirêjkirin.

Li gorî lêkolîna ku li kovara bi navê The Lancet HÎV'ê hate weşandin, Adam Castîllejo yê ji Venezûelayê ku bi vîrûsa HÎV'ê ket, 30 meh in nîşaneyeke vîrûsê pê re nîne. Hate ragihandin ku beriya niha hucreya bingehîn ji vî kesî re hatibû dayin.

Ji doktorên Castîllejo Pr Gûpta anî ziman ku ji bo tespîtkirina başbûna wî, wan ji her deverên bedena wî ku dibe vîrûsê xwe lê veşartibe, mînak girtine.

Hate ragihandin ku Castîllejo kesê duyemîn e ku bi vîrûsa HÎV'ê ketibû û rehet bûye. Beriya niha kesekî Emerîkî bi navê Tîmothy Ray Brown di sala 2011'an de rehet bûbû.

Li cîhanê heta sala 2018'an 38 milyon mirovên bi vîrûsa HÎV'ê ketine hebûn. Di sala 2018'an de 800 hezar kesî ji ber AÎDS'ê jiyana xwe ji dest dan.