Li cîhanê 200 hezar kes bi vîrûsa Covîd-19 ketine

Li tevahî cîhanê zêdetirî 200 hezar kes bi vîrûsa Korona (Covîd-19) keetine.

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkîns a agahiyên xwe dispêre daneyên ji welatên cuda ku têkildarî Koronayê parvedike digire, li gelemperiya cîhanê 200 hezar kes zêdetir bi vîrûsa Covîd-19 ketine. Hejmara kesên testa wan pozîtîf jî derketî gihişte 201 hezar û 672’an. Nêzî 8 hezar kes jî mirine.

Çîn bi hejmara 81 hezar û 102 kesan li cihanê welatê herî pêşe ku bi vîrûsê ketî. Di rêza duyemîn de jî Îtalya ku 31 hezar û 506 kes bi vîrûsê ketine.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê jî li gorî daxuyaniyên dewleta Tirk 98 kes bi vîrûsê ketine. Li welat kesekî 89 salî jiyana xwe ji dest daye. Tê payîn ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji ya tê ragihandin hê zêdetir be. TTB diyar dike ku ev hejmar dibe zêdetir be. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê tedbîrên pêwîst ragihand nerazîbûn nîşanî gotina; ‘Em ê bi dûayan ji vê rizgar bibin’ hatin dayîn.

3 hezar û 614 kesên ji derveyî welat hatine, di karantînayê de ne, lê hate ragihandin ku li yûrdên xwendekaran ti xebateke tenduristiyê nehatiye kirin.

RÛSAY JI BO WELATIYÊN XWE YÊN LI ‘TIRKIYEYÊ’ HIŞYARÎ DA

Sefîrê Rûs ê li Stenbolê bang li welatiyên xwe yên welek tûrsît li Tirkiyeyê di demek herî kin de vegerin welatên xwe.  Li gorî ajansa Rûs a Înterfaxê jî kesên welatiyên Rûs ku bi xwazin vegerin welatên xwe divê bi Wezareta Karê Derve re bikevin nava têkiliyan.

ÎRAN

Alîkarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Alîriza Reyîsî ragihand ku di nava 24 saetan de 147 kesên din mirine. Li gel vê hezar û 135 kes li Îranê mirin. Reyîsî bi rêya televîzyona dewletê daxuyaniyek da û got: “Di nava 24 saetên dawî de li ser hezar û 192 kesan tesbîta vîrûsê hate dîtin. Hişyariyan li ber çavan bigirin û li malên xwe bimînin. Li Îranê bi giştî 17 hezar û 361 kes bi vîrûsê ketine.

ÎTALYA

Li Îtalyayê li gorî rapora Saziya Tenduristiyê ya Bilind li welat navîna temenê mirinê ya ji ber vîrûsê 80,5. Navîna temenê ku tesbîta vîrûsê li ser hatin dîtin jî 63 ye. Ji sedî 30’ê kesên ji ber vîrûsê dimirin jin in. Ji yên dimirin ji sedî 48,5 3 yan zêdetir nexweşiyên wê hene, dîsa ji sedî 25,6 2 nexweşî û ji sedî 25, 1 jî yek nexweşiyê wê hene.   Li gorî daneyên fermî 2 hezar û 503 kes mirine. 31 hezar û 506 kes jî bi vîrûsê ketine.

ELMANYA

Li Elmanyayê jî zêdetirî 10 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li gorî hatî tesbîtkirin û ragihandin 10 hezar û 87 kes bi vîrûsê ketine.

ÎSRAÎL

Li Îsraîlê 427 kes bi vîrûsê ketine. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku rewşa 5 nexweşxan xeter e. Hate ragihandin ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine her diçe zêdetir dibe.

EVÛSTRALYA

Li Evûstralyayê bi qasî hatî zelalkirin bi kêmanî 533 kes bi vîrûsê ketione. Li welat heta niha 6 kes ji ber vîrûsê mirine.

DYE

Bi mirina 6 kesan a li eyaleta Washîngton a DYE’yê rte li welat 103 kes bi vîrûsê mirine. Li DYE’yê li eyaleta Washîngton bi mirina 54 kesan re cihê herî zêde kes lê mirine. New York jî yek ji herêmên ku herî zêde kes bi vîrûsê ketine ye û hezar û 300 kes bi vîrûsê ketine. Li welat 6 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketine.