Li Cenevreyê çalakiya xwendekarên zanîngehê ya ji bo Xezzayê

Xwendekarên Zanîngeha Cenevreyê ji bo piştgiriya gelê Fîlîstînê hatin ba hev. Xwendekaran bi lîstîkekê bal kişandin ser êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filîstînê û peyama hevgirtinê dan.

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filîstînê gelek sivîl tên qetilkirin, di qada navneteweyî de jî nerazîbûna li hemberî Îsraîlê zêdetir dibe.

Xwendekarên zanîngeha Cenevreyê ya Swîsreyê bi çalakiyekê êrîşên Îsraîlê şermezar kirin û peyama hevgirtina gelê Filîstînê dan.

Ji bo balkişandina berxwedana gelê Filîstînê komek xwendekaran li kampusa Ûnî-Maîlê xwepêşandanek li dar xistin û bi sedan xwendekaran bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de alaya Filîstînê hate hildan û sirûdên berxwedanê yên Filîstînê hatin xwendin. Di çalakiyê de ji bo balkişandina gelê Filîstînê yên ku bi êrîşên hewayî hatine qetilkirin, balefirên maket hatin firandin.