Li Bûrkîna Faso bi dehan kes hatin qetilkirin

Li du herêmên li bakurê Bûrkîna Faso di êrîşan de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya hikumetê qemyoneke bar li rêya bingehîn a Barsalogho-Guendbila ya li eyaleta Sanmatengayê li mayinekê qelibî. Di teqînê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan 6 kes jî birîndar bûn.

Li devereke din a ku bi 50 kîlometreyî dûrî Barsaloghoyê jî êrîşeke çekdarî l ikonvoyeke ku xwarin pê re bû hate kirin û di encamê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê hikumetê ragihand, konvoyê xwarin ji koçberên li Dablo û Kelbo re dibir.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşan nedan ser milê xwe. Lê belê êrîşên bi vî rengî bi giranî ji aliyê El Qaîdeyê û DAÎŞ'ê ve bi rêk û pêk tên kirin.

Bûrkîna Faso ku welatekî xizan ê Efrîkaya Rojava ye çar sal in di nava tundiyê de ye.