Li Bûenos Aîresê nîv mîlyon kesên ‘bi çarika spî’ derketin qadan
Li Arjantînê nîv mîlyon kes bi çarikên spî li Bûenos Aîresê derketin kolanan, ji ber ku Dadgeha Bilind cezayê êşkencakarekî berê kêm kir. Xwepêşandêran ev biryar protesto kirin.
Li Arjantînê nîv mîlyon kes bi çarikên spî li Bûenos Aîresê derketin kolanan, ji ber ku Dadgeha Bilind cezayê êşkencakarekî berê kêm kir. Xwepêşandêran ev biryar protesto kirin.
Bi sed hezaran kesên ku çarikên spî yên sembolîk yên Dayikên Plaz de Mayo dane serê xwe, roja Çarşemê, berêvarî li paytext Bûenos Aîresê derketin kolanan.
Çarşema bihurî Dadgeha Bilind biryar dabû ku cezayê sîxûrê paramîlîter ê berê Lûîs Muîna kêm bike. Mûîna dihata sûcdarkirin ku di dema dîktatoriya leşkerî de muxalîf desteser dikirin û êşkence li wan dikir, ji bo vê jî 13 ceza lê hatibû birîn.
Mûîna ji yasaya ku bi navê 'ji duyan yek' dihate zanîn sûd wergirt. Ev yasa her roja di girtîgehê de bi du rojan dihesibîne. Dema ku ev yasa hatibû danîn, armanc ew bû ku nifûsa girtîgehê kêm dikin lê ti sînor nehatibû danîn. Ji girtiyên edlî bigirin ta bi sûcên dijî mirovahiyê jî di nav xwe de vedihewand. Luîs Muîna yê êşkencekar jî bû yek ji wan girtiyan ku ji vê yasayê sûd wergirtî. Beriya darizandinê ji 9 salan zêdetir di girtîgehê de ma.
Du êşkencekarên din jî yê rejîma berê ji bo ku ji yasayê sûd werbigirin serî lê dan. Vê jî kiribû ku gel helwesta xwe diyar bike. Roja Sêşemê dadgeha federal biryar 'li dijî destûrê' dît.
Li ser helwestê pêşî wekîlan û piştre senatoran roja Çarşemê bi lezginî civiyan û yasaya sînorkirinê ya Dadgeha Bilind qebûl kirin. Li gorî vê sûcê dijî mirovahiyê wê nikaribin ji kêmkirina cezayê sûd werbigirin.
Biryara Dadgehê pêşî bi taybetî li kuçeyan bersiva xwe dît. Li gorî organîzatoran li Buenos Aîresê bi kêmanî nîv milyon kes civiyan. Di çalakiyê de Dayikên Plaza de Mayo jî hebûn ku ev 40 sal in ji bo zarokên xwe yên winda li pey heqîqetê ne.
Ji Dayikan Estela de Carlotta, Lîta Boîtano û Taty Almedî gotin: "Dadgêrî birêzan, careke dî qet kirdeyên qirkirinê nikarin serbest werin berdan. 30 hezar girtî û winda hene."
Çalakiyên hevşib li Arjantînê li gelek bajaran hatin çêkirin.