Li Brukselê bi kêran êrîşî polîsan hate kirin
Li paytexta Belçîka Brukselê li pêşiya qereqola polîsan a navendî bi kêran êrîşî polîsan hate kirin.
Li paytexta Belçîka Brukselê li pêşiya qereqola polîsan a navendî bi kêran êrîşî polîsan hate kirin.
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye tê diyarkirin ku kesekî gotiye ‘Allahû Ekber’ û bi kêran êrîşî polîsan kiriye.
Berdevkê polîsan ji Reûtersê re axivî û diyar kir ku ew hê nizane gelo ev êrîşeke ‘terorîstî’ ye yan na.
Berdevkê polîsan diyar kir, polîsê ku birîndar bûye û êrîşkar tên tedawîkirin û rewşa wan baş e.
Êrîş îro saet di 05.30’an de li pêşiya qereqola polîsan a navendî pêk hat.