Li Brezîlyayê serma û seqem bû sedema metirsiyeke mezin

Hin welat di nava germeke zêde de ye. Lê li Brezîlyayê pêla sermayê ya ne asayî li ser bi hezaran mirovên bêmal û berhemên çandiniyê bûye metirsiyeke mezin.

Li başûrê Brezîlyayê, ji bo meha Gulanê serma û seqemeke ne ji rêzê heye. Roja Pêncşemê asta germahiya li paytext Brasiliayê 1.4 pile bû ku roja herî sar a dîroka wê bû. Li vî welatî, demsala zivistanê bi rengekî fermî meha Hezîranê destpê dike.

Di nexşeya Brezîlyayê de ku li malpera înternetê ya saziya meteorolojiyê Inmetê hate weşandin, başûrê welêt bi rengê pirtiqalî tê nîşandan û hişyariya "pêla sermayê (metirsîdar)" hate dayin.

Li Sao Paulo jî ku mezintirîn megapol a li Latîn Emerîka ye, germahî sibeha Çarşemê 6.6 pile bû. Ev jî ji sala 1990'î û vir ve asta rekorê ya sermayê ye ji bo meha Gulanê.

Roja Çarşemê kesekî bêmal ê 66 salî di rêza xwarinê de nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Li gorî medya Brezîlyayê kesê navborî bi şev li derve mabû.

Şaredariya Sao Paulo destpêka hefteyê ji bo mirovên bêmal stargehek ji 2 hezar kesî re amade kir. Bi vî rengî kapasîteya stargehên li vî bajarî yên ji bo mirovên bêmal gihîşt 17 hezar kesî. Li vî bajarê ku paytexta aboriyê ya welêt e 32 hezar kes bêmal e. Li gorî sala 2015'an hejmara mirovên bêmal bi du qatan zêde bû, li gorî sê sal beriya niha jî di asta ji sedî 31'ê de zêde bû.

Li gorî nûçeya AFP'ê, Estatel Sias ku di saziya meteorolojiyê Metsul de pispor e, ev pêla hewa sar a ne ji rêzê, ji ber bagera Yakecanê ye. Li gorî Sias, bagerê bandor li başûrê Brezîlya û Ûrûgûayê kiriye û hewa cemserê gihandiye bakur û nava welêt.

Sias got, "Ev bager jî teqez ji ber guhertina avhewayê di çarçoveya bûyerên zêde de weke rewşeke neasayî qewimî."

Saziya meteorolojiyê Inmet ji bo vî welatê ku wekle yek ji embarên zad ên cîhanê tê pênasekirin, li ser "encamên gengaz ên pêla sermayê li ser çandiniya Brezîlyayê" hişyarî da.