Li Brazîlyayê wezîrê heyranê Naziyan îstîfa kir

Li Brezilyayê ku Bolsonaroyê nîjatperest rê ve dibir Wezîrê Çandê ku ji Naziyan gotinek par ve kirî bêgav ma ku îstîfa bike.

Li Brezilyayê Roberto Alvim ku beriya niha Serokê Nîjatperest Jaîr Bolsonaro ew anîbû ser Misteşariya Çandê ya li şûna Wezareta Çandê ya ku hatibû feshkirin, ji ber gotineke nîjatpest kir ji bêgavî îstîfa kir.

JI GOEBBELS GOTIN GIRTIBÛ

Alvîm di axaftineke xwe de gotinek ji Wezîrê Propagandayê ya Elmanyaya serdema Naziyan Joseph Goebbels girt, vê rê li ber helwestên tund vekir. Alvîm got, ''Hunera bi dehan salên pêş ên Brezilyayê divê ''bi lehengî û netewî be'' her wiha divê bi rengekî 'amirî' be an jî wê qet nebe'. Wezîrê nîjatperest ev gotin li gel mûzîka Rîchard Wagner kir ku lîderên Naziyan jî pirî caran wiha dikirin.

Piştî helwestan Alvîm ê ku ji bêgavî kar berdayî got, gotinên wî ''dadmeniya xwerû ye''. Alvîm ji ber gotinên nîjatperest ku jê re gotî, ''bûyereke ku mirov xemgîn dike'', diyar kir, ''ji bo ku Serok Bolsonaro tengezar neke'' îstîfa tercîh kiriye.

Bolsonaro ku bi gotinên nîjatperest tê zanîn, li ser gotinên Alvîm got, ''gotinên ne di cih de''. Bolsonaro ku Nazîzmê û komunîzmê dixe yek mêzînê îdîa kir ew ''îdeolojiyên totalîter û qirker'' red dike. Bolsonaro her wiha got ew desteka bêawî dide civaka Yahûdî ya li welêt.