Li Bolîvyayê qeza: Herî 30 mirî
Li Bolîvyayê li herêma Potosiyê otobusek li newaleke li Yocallayê qulipî û herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li Bolîvyayê li herêma Potosiyê otobusek li newaleke li Yocallayê qulipî û herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da.
Qeza li ser rêya ku bajarên Potosî û Oruroyê bi hev re girê dide pêk hat. Li gor rayedaran sedema qezayê leza zêde ye. Tê diyarkirin ku ajokarî kontrola dîreksiyonê winda kiriye.
Li gor çapemeniya herêmî herî 30 kes mirine 15 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Li Bolîvyayê bi piranî ji ber ajokariya xirab, bêbaldarî û pirsgirêkên mekanîk gelek qeza çêdibin.
SALÊ 1400 MIRIN
Li dawiya meha Çileyê, dîsa li herêma Potosiyê qezayeke otobusê pêk hatibû û 19 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Berî ku wesaît biqulipe li ser vîrajekê ji rê derketibû.
Di Tîrmeha 2024’an de, dîsa qamyon û otobusek li hev qelibîbûn û di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 16 kesan zêdetir jî birîndar çêbibûn.
Li gor daneyên Wezareta Karên Hundirîn a Bolîvyayê her sal nêzî 1400 kes di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin.