Li Bîelê Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Bîelê yê Swîsreyê ji bo Şehîdên meha Gulanê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Bîelê bi tevlîbûna dehan kesan şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.


Hevserokê Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd ya Swîsreyê (NCDK-S) Metîn Mîntaş axivî û got; "Pêwîst e neyê jibîrkirin ku deskeftiyên li bakurê Kurdistan û Rojavayê, bi fedakariya şehîdan hatine bidestxistin. Di destpêkê de Bakurê Kurdistanê di nav de, hemû parçeyên Kurdistanê bi hevkariya hêzên mêtinger, di bin zext û êrîşan de ye. "


Mîntaş bang li hemû Kurdistanî û dostan wan kir ku li dijî êrîşan rêxistineke hevpar a berxwedanê ava bikin.