Li Beyrûtê tevahiya rojê çalakiyên protestoyî hatin kirin

Polîs û hêzên dewetê êrîşî çalakiya ku ji bo teqîna rojên bihûrî kir a ku li herêma lîmana Beyrûda paytexta Lubnanê çêbûyî û bûyî sedema mirina 150 kesan û birindarbûna 6 hezar kesan.

Di çalakiyên li Beyrûtê yên îro de, ji 110 kesên birîndar bûn û 32 kes rakirin nexweşxaneyê.

Gelê ku ji bo teqîna li Beyrûtê bertek nîşanî berpirsên hikumetê dayî, bi dirûşmeyên, “Hetanî ku hikumet dikeve tolhildan, tolhildan” çalakî kirin.

LEŞKERAN LI SER RÊYAN BARÎKAT DANÎN

Bi rûxmê bi sedan leşkeran li ser rêyan barîkat danîn, çalakgeran kevirên li ser rê girtin destê xwe û avêtin leşkeran, leşkeran jî bi bombeyên gazê êrîş kir. Di herêma kombûna ya Qada Şehîdan de jî darek dirêj nêzî 10 metre danîn û wêneyên endamên hikumetê bi şirîtan hildan jor.

Li aliyek din çalakvanan bi ser Wezareta Karên Derve de girtin.