Li Bexdayê êrîşeke xwekujî pêkhat

Li navçeya Tarmiye ya paytexta Iraq Bexdayê li nêzî maleke konê sersaxiyê êrîşeke xwekujî pêk hat.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê êrîşkar bombeyên li xwe pêçandî li nêzî maleke konê sersaxiyê ya navçeya Tarmiyeyê teqand. Berpirsan ragihandin ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene, têkildarî bîlançoyê agahiyek zelal nehate dayîn.

Heta niha tu kesî ev êrîş li xwe negirtiye. Li gorî polîsan êrîş karê çeteyên DAIŞ’ê ye.

Rojên derbasbûyî jî çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Tarmiye êrîş kiribûn û di encamê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 sivîl jî birîndar bûbûn.

Rêveberiya Iraqê di Kanûna 2017’an de ragihandibû ku şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bûye. Lê hucreyên çeteyan ên veşartî hebûna xwe nîşan didin. Çeteyên DAIŞ’ê li paytext Bexda û gelek herêmên din ên welat gelek êrîş li dar xistin.