Li Berlînê Eûtelsat hat protestokirin: 5 kes hatin binçavkirin

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Kurd û dostên wan biryara sekinandina weşana kanalên Kurd a bi destê Eûtelsatê bi mîtîngekê protesto kirin.

PYD Berlîn û ji tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê ATÎK û Partîzanê piştgirî dan mîtînga ku bi pêşengiya NAV-DEM’ê hate organîzekirin, Di mîtîngê de peyamên piştgiriya ji bo medyaya Kurd hate dayîn.

Di mîtîngê de şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn û ji bo bîranîna Fermandarê BOG’ê Ûlaş Bayraktaoglû klam hate strîn.

Kurdên li Berlînê diyar kirin ku ew ê pêkutiyên li ser televîzyonên Kurd û medyaya azad protesto bikin.

Polîsên Berlînê bi hinceta ku slogana “Bijî YPG, Bijî YPJ” berz kirine, 5 ciwan xist binçavan.