Li Belarûsê dema ji bo destpêkirina greva giştî temam bû
Li Belarûsê ku piştî hilbijartinên Serokdewletiyê xwepêşandanên muxalîf dewam dike, dema ku muxalefetê ji bo greva giştî da, tijî bû.
Li Belarûsê ku piştî hilbijartinên Serokdewletiyê xwepêşandanên muxalîf dewam dike, dema ku muxalefetê ji bo greva giştî da, tijî bû.
Muxalîf dibêjin di hilbijaritnên 9'ê Tebaxê de fen hatiye kirin û dixwazin Aleksander Lûkaşenko yê ku ji nû ve hate hilbijartin îsitfa bike. Beriya temambûna tema ku ji bo îstifayê diyar kiribûn çalakiyeke din li dar xistin.
Roja Yekşemê bi hezaran kes li paytext Mînskê li hev kom bûn û ji Lûkaşenko xwestin ku xwe vekişîne.
Hate îdîakirin ku di xwepêşandanan de polîsan li dijî xwepêşandêran bombeya deng bi kar anîne û gelek kes jî hatine destgîrkkirin. Li gorî komeleya mafên mirovan a bi navê Vesna, di xwepêşandanê de nêzî sed kes hatin destgîrkirin.
Yek ji lîderên muxalefeta Belarûsê Svetlana Tîhanovskaya heta 26'ê Cotmehê (îro) dem dabû Lûkaşenko ku îstifa bike. Lûkaşenko ji sala 1994'an ve li ser wezîfeyê ye.
Tîkhanovskaya ku piştî hilbijartinên meha Tebaxê welat terikand û xwe li Lîtvanyayê girt, ûltîmatom dabû ku eger bersiv ji vê daxwazê re neyê dayin wê bikevin greva giştî.
Gelek muxalîfên Lûkaşenko girtî ne, Tîkhanovskaya jî di nav de gelek jî derketine derveyî welat.
Yekîtiya Ewropayê ku encamên hilbijartinên 9'ê Tebaxê nasl nake, Wezîrê Karên Hundir jî di nav de bi qasî 40 payebilindên rêveberiya Belarûsê xistibû lîsteya pêkanînan.