Li Başûrê Sûdan şerê mezhebî: 50 kes mirin

Hate ragihandin ku li Başûrê Sûdanê di şerê mezhebî yê di navbera koman de herî kêm dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 2011’an de Başûrê Sûdanê ji Sûdanê veqetiya û serxwebûna xwe bi dest xist, lê şerê di navbera grubên mezhebî de didome.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Enformasyonê li eyaleta Jongleiyê milîsên gelê Mûrleyê êrîşî gundiyên gelê Dînka Bor kirine.Wezaretê ragihand ku di êrîşa roja Dûşemê de 8 û di êrîşa duh de 42 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Diyar bû ku kesên jiyana xwe ji dest dane 23 jin û zarokek jî di nav wan de heye.

Başûrê Sûdanê di Tîrmeha 2011’an de serxwebûna xwe bi dest xistibû û cûdabûna di nava hikûmetê de veguherî şerê mezhebî. Şerê ku di dawiya sala 2013’an de destpêkirî, sala derbasbûyî beşek bi dawî bibe jî li cihên xwecihî carinan şerê di navbera komên mezhebî de çêdibe.