Li Bakurê Myanmarê dîsa şer dest pê kir

Li bakurê Myanmarê di navbeyna artêşê û serhildêran de şer dîsa dest pê kir, bi hezaran kesî malên xwe berdan.

Serokê Bûroya Karê Mirovî û Koordînasyonê yê Neteweyên Yekbûyî Marc  Cutts ji AFP’ê re axivî û got van sê heftiyên dawî ji ber şer li eyaleta Kachînê 4 hezar kesî malên xwe berdan. Ev eyalet li ser sînorê  Çînê dimîne.

Li gorî rayedarê NY’yê par jî 15 hezar kesî şûnwarên xwe berdabû. Agirbesta di navbeyna hikûmeta Myanmarê û Artêşa Serxwebûnê ya Kachînê de 2011’an xira bû û ji wê demê ve li kampên eyaletên Kachîn û Shanê 90 hezar kes dijîn.

Rêxistinên xwecih dibêjin hê jî gelek sivîl li qada şer in. Cutts got xema wan a herî mezin  ewlehiya sivîlan e û got derfetên wan nînin ku piştrast bikin bê ka di şer de sivîl hatine kuştin yan na.

Li Myanmarê beriya demeke nêz krîza Rohîngya hate jiyîn. Li vî welatî ku piranî Budîst in, li bakurê wlêt şerê etnîk çêdibe.