Li Awûstralyayê wesayitekê da nava mirovan: 19 birîndar
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, wesayitekê da nava girseyeke qelebalix.
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, wesayitekê da nava girseyeke qelebalix.
Hat ragihandin ku di bûyerê de 19 kes birîndar bûne. Êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Gelek tîmên tenduristiyê berê xwe dan cihê bûyerê. Li gorî agahiyan yek jê zarok du birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa tenduristiyê ya zarokê ji serê xwe birîndar bûye, giran e.
Polîsên Melboûrneyê bang li welatiyan kirin ku xwe ji cihê bûyerê vegirin. Nehat eşkerekirin ku bûyer êrîşeke terorê ye yan na.