Li Awûstralyayê bi hezaran kes ji bo referandûma Aborjînan meşiyan
Li Awûstralyayê bi hezaran kes ji bo xwedîderketina li referandûma dîrokî ya ji bo mafên Aborijînan ku di 14’ê Cotmehê de pêk were daketin qadan.

Li gelek bajarên mezin ên Awûstralyayê ji bo di referandûmê de dengê "Erê" bê bikaranîn meş hatin lidarxistin.
Heke qanûn di referandûma 14’ê Cotmehê de bê qebûlkirin, Aborjînên Awûstralyayê ku herî kêm 60 hezar sal in li parzemînê ne, wê cara ewil di Destûra Bingehîn de bêne naskirin û wê hikûmet têkildarî qanûnên ku bandorê li mafên wan ên civakî dike bi wan re bişêwire.
Brîtanyayê 200 salan mêtingehî û zilmê li gelên Awûstralya û civaka Aborjînan kir û li gel xîzanî, kêm perwedehî, nexweşî û girtinê jî dîsa hebûna xwe heta niha domandin.
Alîgirên ku di referandûmê de dixwazin dengê “Erê” bê bikaranîn li Sydney, Melbourne, Canberra, Perth, Brisbane, Darwin, Hobart û Alice Springs daketin qadan.
Serokwezîr Anthony Albanese ku Hikûmeta Çep a Navendî ye diyar dike ku eger ev pêşnûmeya reformê were qebûlkirin, ew ê ji bo jiholêrakirina vê newekheviyê bibe alîkar.
Serokwezîr Albanese di daxuyaniya xwe ya dawiya Tebaxê de bang kiribû ku di referandûmê de dengê “Erê” bi kar bînin û wiha gotibû: "Dengdana ‘Na’ wê we negihêjîne cihekî, ev tê wê wateyê ku tiştek neguheriye. Dengek ‘Na’ wê derî li ber vê derfetê bigire.”
Lê anketên dawî nîşan didin ku ji sedî 60 dengdêran li dijî reformê ne. Di anketên par de berovajî vê yekê rêjeyê bû û piranî alîgirên “Erê” bûn. Tê diyarkirin ku nakokiyên siyasî di zêdekirina meyla ber bi statukoyê de bi bandor in.
Li gorî alîgirên dengê 'Erê', ev reform dikare newekheviyên ku li Aborjînên Awûstralyayê tê kirin çareser bike. Alîgirên 'Na' îdîa dikin ku ew ê Destûra Bingehîn a Awûstralyayê xera bike. Gelek Aborjînî rexneya ku pêşnûme bi qasî tê xwestin nehatiye pêşxistin, dikin.
Ji bo ku reform bê qebûlkirin, divê li seranserê Awûstralyayê di referandûmê de piştgiriya zêde bi dest bixe û ji şeş eyaletan herî kêm li çar eyaletan dengên zêde werbigire. Dengdan mecbûrî ye û kesên ku bêsedem deng nedin wê bi 20 dolarên Awûstralyayê bên cezakirin.