Li Avûstûrya li dijî nîjadperestan operasyon

Li Avûstûryayê li dijî komeke rastgir ku li dijî koçberan xebatan dikin operasyon hate kirin û hate ragihandin ku bi ser gelek nîjadperastan de girtine.

Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Grazê, ji roja Pêşemê ve bi ser  koma nîjadperest a ‘Identitäre Bewegung Osterreich’ hatiye girtin. Li bajarên Viyana, Graz, Lînz û Grîffenê herî kêm bi ser 6 malan de hatiye girtin.

Hate ragihandin ku di dema serdegirtina malan de, li mala Martîn Sellner ku yek ji pêşengê tevgera nîjadperest e gelek belge û dane hatine dîtin û dest danînê li ser van belgeyan.

Endamên tevgera li dijî koçberan roja Yekşemê ya borî bi nîjadperestên Fransî û Îtaliyan re beşdarî çalakiya provakatîf ya ji bo astengkirina derbasbûna koçberan ya ji sînorê Îtalya-Avûstûryayê bûbûn.