BI DÎMEN

Li Arjantînê ji bo Werîşe û Pexşan kampanya îmzeyan hat destpêkirin

Li Arjantînê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya ku dewleta Îranê li girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî biriye, bi dirûşmeya “Ji darvekirinê re na, ji jiyanek azad erê” kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Li Arjantînê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê dewleta Îranê li girtiyên siyasî yên jin ên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya di demeke kin de rastî eleqeyeke mezin hat û nêzî 100 kes û saziyan îmze dan vê kampanyayê. Di nava kesên îmze dane kampanyayê de xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, endamên Madres de Plaza de Mayo- Lînea Fundadora Elia Espen û Taty Almeida, rojnamevan Marta Dillon, parêzvanê mafên mirovan Carlos Lordkipanidze û Elsa Oshiro jî hene.

Di nava rêxistinên ku têkoşîna mafên mirovan didin meşandin û piştgirî dan kampanyayê, Encuentro Memoria, Verdad y Justîcîa, Servîcîo de Paz y Justîcîa (Serpaj), Asamblea Parmanente por los Derechos Humanos, Central de Trabajadores Argentinos (Autonoma) û Gremial de Abogados y Abogadas da jî hene.

Di danezana kampanyayê de, aktivîstên femînîst, parêzvanên mafên mirovan û kesên jiyanê diparêzin, daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê û berdana girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên li Îranê tên ragirtin kirin.

Di danezana kampanyayê de bi kurtî ev tişt hatin gotin:

“Weke ku KJAR’ê ragihandiye, li Îranê jinên ku di qadên siyasî û civakî de aktîf in û bi taybetî jinên ku tevlî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bûne, bi girtin, êşkence û darvekirinê re rû bi rû ne. Werîşe Mûradî nivîskar û çalakvana mafên jinan a navdar e. Di Tebaxa 2022'yan de hat girtin û di Mijdara 2024'an de cezayê darvekirinê lê hat birîn. Pexşan Ezîzî di qada civakî de aktivîste û parêzvana mafên jin û zarokan e. Tebaxa 2023'yan hate girtin û cezayê darvekirinê lê hate birîn."

JI FEMÎNÎSTÊN ABYA YALA PEYAMA PIŞTGIRIYÊ

Femînîstên Abya Yala ku kampanyayê bi rêve dibin, li ser hesabên xwe yên medya civakî vîdeoyeke piştgiriyê weşand. Di vîdeoyê de ev peyam hate dayîn:

“Ji darvekirinê re na, ji cezayên mirinê re na, ji jiyanê re erê! Em daxwaza serbestberdana Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî dikin. Em bang li hikûmeta Îranê dikin ku girtiyan serbest berdin. Em bang li femînîstên li cîhanê dikin ku li ber sefaretxane û wezaretên derve yên Îranê çalakiyên protestoyî lidarbixin. Ti sînorên femînîzmê nîne. Jin, Jiyan, Azadî!"