Li Annapolîsê êrîş: Gelek kes mirin
Li bajarê Annapolîs ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li avahiya rojnameyekê êrîş hate kirin. Gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li bajarê Annapolîs ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li avahiya rojnameyekê êrîş hate kirin. Gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li paytexta eyaleta Maryland Annapolîsê, li avahiya rojnameyekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Ji ber êrîşê gelek kes mirin.
Rêxistina Kontrolkirina Çekan (ATF) li ser hesabê xwe yê twitterê ev daxuyanî da: "Li bajarê Annapolîsê li navenda rojnameya Capîtal êrîşek hate kirin."
Di êrîşê de ku li ofîsa redaksiyonê ya rojnameyê hate kirin, gelek kes mirin û birîndar bûn.