Li Afrîka Navîn, bîlançoya êrîşan giran dibe

Li Komara Afrîka Navîn, ku şerê navxweyî lê diqewime, bîlançoya êrîşa bi xwîn a dawiya vê hefteyê giran dibe.

Li bajarê Bangassoû, ku bi 470 kîlometreyan dûrî paytext Bangûî ye, li taxeke ku piraniya şêniyên wê Misilman e, êrîşek hate kirin. Hejmara mirovên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, li gorî çavkaniyên cuda, diguhere.

Li gorî Mîsyona Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî Mînûsca, li Bangossoû di dema êrîşê û bûyerên piştî wê de tevî 6 leşkerên Neteweyên Yekbûyî (NY) 26 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Lê belê, li gorî saziyên li vê herêmê dixebitin, hejmara miriyan gelekî zêdetir e. Di daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) de hat ragihandin, tenê li mizgefteke Bangassoûyeê 17 cenaze hene.

Li gorî Xaça Sor, di êrîşa roja Şemiyê û bûyerên piştî wê de herî kêm 115 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din, ji ber bûyerên li bajarê li ser sînorê Komara Kongo ya Demokratîk, di nava çend rojan de 3 hezar kesî xwe li vî welatî girtine.

Ji Mîsyona NY a li vî welatî Mînûscayê, leşkerek di êrîşa roja Şemiyê, 5 leşker jî di êrîşeke din a 8'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da bûn.

Li Komara Afrîka Navîn, ji sala 2014'an û vir ve di navbera tifaqa rêxistinên Misilman a bi navê Sêlêka û rêxistin^ne çekdar ên Xiristiyan ên bi navê Antî-Balaka de şer diqewime. Di şerê navbera salên 2013-2014'an de zêdeyî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest da bûn.

Ji ber vî şerê navxweyî, Neteweyên Yekbûyî dest li herêmê werdan. Lê tevî vê destwerdanê jî şer dewam dike.

Li vî welatê ku nifûsa xwe 4,5 mîlyon e, nêzî 900 hezar kes ji cih û warên xwe bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, nîvê mirovên li vî welatî pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye. Di çarçoveya Mîsyona Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî Mînûsca de 12 hezar 500 leşker li vî welatî wezîfedar in.