Li Afganistanê êrîşa xwekujiyê: 5 mirî
Li bajarê Kunduzê yê Afganistanê li dijî hêzên ewlehiyê yên Talîbanê yên ku bankeyek diparastin êrîşa xwekujiyê pêk hat, herî kêm pênc kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Kunduzê yê Afganistanê li dijî hêzên ewlehiyê yên Talîbanê yên ku bankeyek diparastin êrîşa xwekujiyê pêk hat, herî kêm pênc kesan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê polîsên herêmî Cumadîn Haksar da zanîn ku piştî vekirina Bankeya Kabîlê demeke kurt, “êrîşkarê xwekuj ku teqemeniyên destçêkirî pê re bûn” êrîşek li dar xistiye. Di êrîşê de ji sîvîl û hêzên ewlekariyê 5 kesan jiyana xwe ji dest daye 7 kes jî birîndar bûne.
Kaksar diyar kir ku Fermandariya Polîsan a Kunduzê, ji bo ku kiryarên êrîşê peyda bike û teslîmî edaletê bike bi meqamêm rayedar re dixebite.
Hêj tu kesî êrîş negirtiye ser xwe. Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’ê de vegeriya ser desthilatê, hejmara bombekirin û êrîşên xwekujiyê yên li Afanistanê gelek kêm bûn.
Di Adara 2024’an de Kandahara ku keleha Talîbanê ye, li pêşiya bankeyeke ku karmendên Afgan mûçeyên xwe jê digirin, ji aliyê DAIŞ’ê vr êrîşeke xwekujiyê pêk hat û gelek kesan jiyana xwe ji dest da.