Li Ûkraynayê vê carê 'agirbesta nan' hate ragihandin

Li Ûkraynayê ku ji sala 2014'an û vir ve şer lê diqewime, aliyan ji nû ve agirbest ragihandin.

Şerê navxweyî ku li rojhilatê Ûkraynayê ji ber daxwaza serxwebûnê ya hindekahiya Rûs rû da, ji bihara sala 2014'an û vir ve didome.

Alî li hev rûniştin û ji ber 'dema paletiyê' biryar dan ku ji nû ve agirbestê ragihînin. Agirbest wê ji şeva Şemiyê saet 23:00 û pê ve derbasdar be.

Agirbest bi navê "Agirbesta nan" hate ragihandin, lê nayê zanîn bê her du alî çiqasî li gorî agirbestê tevbigerin.

Rûsên li herêmên Donetsk û Lûgansk ên li rojhilatê Ûkraynayê, ji ber bûyerên sala 2013'an dest pê kirin, piştî ku Serokkomarê alîgirê Rûsyayê Vîktor Yanûkovîç ji wezîfeyê hate girtin, serî hildabûn. Di şer de piraniya wan sala 2014'an, zêdeyî 10 hezar kes miribûn.