Li Îtalyayê di rojekê ji ber koronavîrûsê 475 kes mirin

Li Îtalyayê ji ber koronavîrûsê di rojekê de trajediyek mezin hat jiyan kirin. Di nava 24 seatên dawî de 475 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Parastina Sivîl de hat ragihandin ku di nava 24 seatên dawî de li welat 475 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev bilanço li welatekê di nava rojekê de boyera herî girane.

Hejmara miriyan gihişte 2 hezar û 978 kesan, bilançoya wê nêzî welatê Çina ku pandemî lê derketî. Çin a ku nifusa wê 1 milyar û 400, li gorî rêjeya fermî jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn 3 hezar û 200 kesin.

Li Îtalyayê di nava 24 seatên dawî de li ser 4 hezar û 207 kesan nexweşiya koronavîrosê hat teshîş kirin. Heta niha li tû deran rêjeyek bi vî awayî derneketiye.

Li tevahiya cihanê roja Çarşemê piştî nîvro hejmara miriyan 8 hezar û 91 kes hat tomarkirin. Hejmara kesên ku bi nexweşiyê ketîn jî 199 hezar 470 hatibû diyarkirin. Li piraniya welatan ji ber sinordarkirina testan tê texmin kirin, hejmara kesên bi nexweşiyê ketine ji ya hatî diyarkirin hê zêdetire.