Li Îtalyayê di nava 24 seatan de 345 kes din mirin

Li Îtalyayê ji ber şewba koronavîrûs (Covîd-19) di 24 seatên dawî de 345 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî Çinê welatê herî zêde mirin lê çêdibe li Îtalya ye, mirinên bi şewba koronavîrosê her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Parastinê ya Sivîl ve hatî dayîn, ji ber şewba Covîd-19 di navbera 24 seatan de 345 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Li welat hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 2 hezar û 503 kesan. Ev jî tê wateya ji sedan 16’an.

Hejmara kesên ku ev nexweşî li ser wan hatî dîtin jî gihişt 31 hezar û 506 kesan. Duh hejmara kesên ku nexweşî li ser wan hatî dîtin 27 hezar û 980 bû. Di navbera 24 seatan de kesên bi nexweşiyê ketîn ji sedan 16,6 zêde bû.

Li Îtalyayê şewbê ji 21’ê Sibatê ve destpê kiriye. Parastina Sivîlan da diyarkirin, heta niha 2 hezar û 941 kes baş bûne û 2 hezar û 60 kes jî niha di beşa lezgîn dene.