Li Îtalyayê di nava 24 saetan de 627 kes mirin

Ji ber vîrûsa Korona ya ku ji bo tevahî cîhanê tehdîdeke li Îtalyayê di nava 24 saetên dawî de 627 kes mirin.

Li Îtalyayê di nava 24 saetên dawî de li gorî Parastina Sivîl 627 kes mirin. Parastina Sivîl ragihand ku bi giştî 4 hezar û 32 kes mirine.

Îtalya li cîhanê bû welatê herî zêde ji vîrûsa Koronayê bibandor bûye.

Lombardîa ya li herêma Mîlanoyê bû welatê duyemîn ê herî berdêl dayî. Li Lombardîayê 381 kes mirin. Li vir jî hejmara miriyan gihişte 2 hezar û 549’an.

Li welat di nava 24 saetan de 6 hezar kes bi vîrûsê ketine. Di nava rojê de herî kêm du carî hejmara kesên bi vîrûsê dikevin zêdetir dibin. Li welat 47 hezar û 21 kes bi vîrûsê ketine.