Li Îtalyayê di 24 saetên dawîn de 368 kes mirin

Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê di 24 saetên dawîn de 368 kes mirin.

Parastina Sivîlan a Îtalyayê daxuyanî da û diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 368 kes mirine. Hejmara miriyan bi giştî bû 1809.

Di 24 saetên dawîn de 3509 nexweş hatine tespîtkirin û hejmara nexweşan bi giştî jî bûye 25 hezar. Li herêma Mîlanê 13722 nexweş hatine tespîtkirin.

Di 21’ê Sibatê de kes nemiribû lê di 23 rojan de hejmara mirî û nexweşan zêde bû. Ji serê meha Adarê û vir ve hejmara mirî û nexweşan li ser hev zêde dibe.

Li Kralîyeta Yekgirtî jî hejmara nexweşan bûye 1372 û hejmara giştî ya miriyan jî bûye 35.

Li temamî cîhanê hejmara miriyan 6 hezar derbas kiriye. Herî zêde li Çînê mirov ji ber vê nexweşiyê mirine û li Îtalya, Îran û Îspanyayê jî gelek mirov mirine.