Li Îspanyayê nerazîbûna li hemberî tûrîzma girseyî zêdetir dibe
Li herêma Katalonyayê çalakiyên li dijî tûrîzmê zêdetir dibe.
Li herêma Katalonyayê çalakiyên li dijî tûrîzmê zêdetir dibe.
Li Barcelonayê li ser hin avahiyan “Tûrîstino vegerin malên xwe” tê nivîsandin. Di çalakiyan de tê gotin ku “Ev ne tûrîzm e, ev dagirkirin e.”
Tê ragihandin ku li bajarên Barselona, Mayorka û San Sebastîanê li dijî tûrîstan hin çalakî tên lidarxistin.
Di bûyereke li Barselonayê de li ser otobusa tûrîstan “Tûrîzm taxan dikuje” hate nivîsandin.
Li Mayorkayê konfetî avêtin restorantekê û bombeyên mijê avêtin marînayekê.
Tevgera ciwanan Arran Jovent diyar kir ku “Em li dijî kapîtalîzmê ne, em dixwazin pergalê hilweşînin û endustriya tûrîzmê jî parçeyekî vî tiştî ye.”
Li San Sebastîanê bi perav û xwarinên xwe bûye paytexteke gastronomiyê.
Di sala 2016’an de 75,6 milyon tûrîst hatine Îspanyayê.