Li Spanyayê hikumeta jinan

Li Îspanyayê piştî ku hikumeta Marîano Rajoy hate xistin ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû mehkûmkirin, Pedro Sanchez ê sosyalîst piştî ku bû serokwezîr hikumet ava kir. Di hikumetê de 11 jin û 6 mêr hene.

Pedro Sanchez ê sosyalîst piştî ku li ber Kral Felîpeyê VI’emîn sond xwar, dest bi peywira xwe kir.

Di vê hikumetê de 11 jin û ji xeynî serokwezîr 6 mêr hene. Heta niha di dîroka Îspanyayê de herî zêde ev qas jin di hikumetekê de hene.  Jinan wezaretên ekonomî, fînans, parastin û edaletê bi dest xistin.

Ev hikumet ew ê heta hilbijartina 2020’an li ser desthilatdariyê be. Hin pispor diyar dikin ku ew ê ev hikumet heta hilbijartinê nikaribe li ber xwe bide. Pisporên ekonomiyê  diyar dikin ku hikumeta Sanchez ew ê nikaribe guherînên siyasî yên mezin pêk bîne.

Sanzhez ê 46 salî, tecrubeya wî ya desthilatdariyê tune. Ev hikumet bi awayekî zelal xwe nêzî Ewrûpayê dike. Sanchez ji bo vê hikumetê diyar dike ku, herî zêde civak di vê hikumetê de heye û balê dikişîne ser vî tiştî ku ev hikumeta wekheviyê diparêze.

Sanchez astronotê pêşîn ê Îspanyayê Pedro Dûqûe anî ser wezareta zanistê. Josep Borell ê Katalan û li dijî xweseriya Katalonyayê ye jî ew ê peywira Wezareta Karê Derve pêk bîne.