Li Îspanya û Portekîzê sar û serma zêde bûye

Li Îspanya û Portekîzê sar û sermayeke tund heye. Berf zêde dibare û germahî ketiye binê sifir pileyê.

Roja Çarşemê li Îspanyayê germahî bû -34,1 pîleyê. Li herêma xweser a Cantabrîayê germahiyê hewayê jî -35,5 pile bû.

Bahoza cemserê ya Fîlomena li welat zêde bûye û bi xwe re berf û pûk anî.

Li gorî serwîsên meteorolojiyê li Madrîdê dibe ku bi qasî 50 santîmetreyan berf bikeve.

Li Portekîzê rewşeke wisa didome. Ji xeynî herêma Algarveyê hemû herêm ketin alarmê. Wekî li girava Madeîrayê jî bahozeke tund pêk were. Tê payîn ku bi bahozê re berfeke zêde bibare.