Li Îskoçyayê alîgirên serxwebûnê zêde dibin

Li Îskoçyayê ya ku li dij e Brîtanyaya Mezin ji Yekîtiya Ewropayê derkeve, li gorî texmînan heke îro referandûma serxwebûnê pêk were wê dengên ‘erê’ zêdetir be.

Îskoç di sala 2014’an de bi 55 ji sedê dengan li dijî veqetîna ji Brîtanyayê bû lê tê diyarkirin ji ber pêvajoya veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê bala wan bêtir diçe ser serxwebûnê.

Rêveberê berê yê Partiya Mûhafazakaran a Îngîlîz Mîchael Ashcroft diyar kir ku di anketa dawîn de Îskoç bala wan çûye ser serxwebûnê. Ashcroft diyar kir ku heke îro referandûmek pêk were, wê 46 ji sedî Îskoçan dengê ‘Erê’ bidin. Heke dengê kesên bêbiryar li rêjeyan were belavkirin, rêjeya kesên alîgirên serxwebûnê ne, wê bibe 52 ji sedî.

Bi awayekî cîddî dihat nîqaşkirin ku biryara derketina ji Yekîtiya Ewropayê fikra serxwebûnê ya Îskoçan xurttir dike û ev fikir bêtir piştî referandûma derketina ji Yekîtiya Ewropayê ya di Hezîrana 2016’an de derketibû holê.