Li Îranê piştî êrîşê gelek kes hatin destgîrkirin

Yekîneyên ewlehiyê yên Îranê piştî êrîşa li Ahvazê ya li Îranê gelek kes destgîr kirin.

Ajansa nûçeyan a Mîzanê ya Îranê diyar kir ku Wezîrê Îstîxbaratê Mahmûd Alavî ragihandiye ku gelek kesên ‘gumanbar’ hatine destgîrkirin.

Alavî gotiye ku, “Em ê hemû terorîstên eleqedarî vê êrîşê tespît bikin. Gelek ji wan hatine destgîrkirin.”

Têkildarî hejmara kesên hatine destgîrkirin û nasnameya wan tu agahî nehate dayîn. Li Îranê piştî her êrîşê bi awayekî sîstematîk operasyonên destgîrkirinê tê kirin. Li Îranê darizandineke adlî tune û kesên tên destgîrkirin bi êşkenceyê îfadeya wan tê stendin.

Di êrîşa roja Şemiyê de 25 kes miribûn. Ev êrîş, êrîşa herî xedar a li dijî pasdaran e.

Pasdaran jî sonda tolhildanê xwarin . Alîkarê Serfermandarê Pasdaran vê Duşemê gefên xwe yên li dijî DYA û Îsraîlê dubare kir û got ku, “Hûn ê bibînin ku bersiva me, ew ê tund be. Hûn ê ji ber kirinên xwe poşman bibin.”