Li Îranê ligel ku qedexe bû jî karker daketin qadan

Li Tehranê ligel ku destûr ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re nehate dayîn, karker daketin qadan.

Karkerên li Îranê ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê hefteya borî serî li saziyên fermî û Walîtiya Tehranê dabûn lê saziyan û walîtiyê destûra pîrozbahiyê nedan. Ligel vê astengkirinê jî karkerên li Tehranê û li derdora wê dijîn, îro piştî destê sibehê li pêşiya Mala Kedkaran a Tehranê kom bûn. Hêzên ewlehiyê yên Tehranê xwestin mudaxeleyî karkeran bike.

'ÎRAN SIYASETEKE XERAB LI SER KARKERAN BI RÊ VE DIBE'

Serokê Sendîkayên Kedkar û Karkeran ê Îranê Hasan Sadiqî nerazîbûn nîşanî vê qedexeyê da. Sadiqî bal kişand ser vî tiştî ku ji bo balkişandina ser dijwariyên karkeran ew jî dixwazin vê cejnê pîroz bikin û ew ê li gorî qedexeyê tevnegerin. Sadiqî got, “Li Îranê li hemberî karkeran siyaseteke xerab tê meşandin. Destûrê nadin ku em cejna xwe pîroz bikin û bi awayekî demokratîk em mafên xwe bixwazin. Li tu dera cîhanê ev cejn nayê qedexekirin, karker û kedkar li qadan cejna xwe pîroz dikin lê em nikarin pîroz bikin.”

'BILA SERDEST BIMIRIN'

Piştî ku Sadiqî bi hêzên ewlehiyê re nîqaş kir, bi hezaran kes li pêşiya Mala Karkeran a Tehranê kom bûn û ber bi Kolana Cûmhûriyetê meşiyan. Di meşê de slogana ‘Bila serdest bimirin’ hate qîrandin.