Li Îranê li klînîkekê teqînek pêk hat: Herî kêm 19 kes mirin

Li paytexta Îran Tehranê, li klînîkekê teqîneke mezin pêk hat. Herî kêm 19 kes ji ber teqînê mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê Îsna, teqîn roja Sêşemê li navenda tenduristiyê ya Sîna Atharê rû da.

Ji ber teqîna dijwar xisar li avahiyên derdorê jî bû. Di dîmenan de yên li ser medya civakî hatine parvekirin, tê dîtin ku ji cihê teqînê dûyê reş bilind dibe.

Berdevkê Arkujên Tehranê ji televîzyona dewletê Celal Malekî re axivî û diyar kir, ji ber agir bi tupên gazê yên klînîkê ket, teqîn pêk hat.

Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 19 kes ji ber teqînê mirine. Malekî ragihand, hin ji qurbaniyan li qatên jorê bûn û ji ber germê û dûyê teqînê jiyana xwe ji dest dan.

Hefteya derbasbûyî jî li paytext Tehranê li nêzî navendeke leşkerî depoyeke gazê teqiya bû.