Li Îranê lehî: Herî kêm 3 kes mirin

Ji ber lehiya li başûrê Îranê ya di çend rojên dawîn de, herî kêm 3 kes mirin.

Press Tv ragihand ku heta niha sê kes mirine û kesê çaremîn jî winda ye.

Hate ragihandin ku komên lêgerîn û rizgarkirinê bi helîkopter û qeyîkan xwe digihînin herêmên ku lehiyê lê xistiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê li herêmên Hurmuzgan, Kerman, Sîstan-Belûcistanê rê hatine qutkirin.

Hate diyarkirin ku komên rizgarkirinê li bajarê Kasr Kend û derdora wê xwe negihandina 40 gundan.

Li eyaleta Sîstan û Belûcistanê jî 500 gund ji ber lehiyê xisar dît. Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Alîreza Reîsî got ku “Li gundên Sîstan Belûcistanê ji ber lehiyê 20 hezar kes bêmal mane.”

Li eyaleta Hurmuzganê jî 61 kes ji aliyê komên rizgarkirinê hatin rizgarkirin.

Li Îranê sala borî jî lehiyê li 20 eyaletan dabû û herî kêm 70 kes miribûn.