Li Îranê kampanya hilbijartinê dest pê kir, boykot belav dibe

Îran di 21'ê Sibatê de ji bo hilbijartina 290 parlamenterî hilbijartinê pêk tîne. Kurd û mûxalîf hilbijartinê boykot dikin.

Kampanya ji bo hilbijartina giştî di 13'ê Sibatê de dest pê kir. Di 21'ê Sibatê de jî wê ji nava 7 hezar û 148 namzetên ku destûr ji rejîmê wergirtin 290 parlamenter bên hilblijartin.

NAMZETÊN KU LÎDERÊ OLÎ EW HILBIJARTIN

Konseya Mûxafizên Şoreşê ku bi piştrastkirina namzetan wezîfedar e, namzetiya 7 hezar û 296 kesî red kir.

Konseya Mûxafizan ji 12 endaman pêk tê. 6 ji wan yekser ji aliyê lîderê olî ve tên tayînkirin. 6 ên mayî jî ji aliyê şefê erka edlî ve tên diyarkirin. Şefê erka edlî jî ji aliyê lîderê olî ve tê tayînkirin. Di dawiya dawî de temamiya 12 endam ew kes in ku bi lîderê olî ve girêdayî ne. Piraniya kesên ku namzetiya wan hate betalkirin ji koalîsyona hikumete tên ku weke 'nerm' û 'reformxwaz' ên mûxafazakar tên naskirin.

Hilbijartinên 40 salên dawî yên rejîma teokrartîk hemû bi rengekî bi guman bi encam bûn. Her carê hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûnê zêde ye û wekîl jî ji aliyê gel ve hatine hilbijartin.

Hilbijartinên vê carê di demeke welê de pêk tên ku dawiya sala derbasbûyî xwepêşandanên protestoyî li dijî zêdebûna buhayê benzînê pêk hatin û bi DYE'yê re krîzê rû da. Di nava sîstemê de jî di asteke cidî de nakokî hene.

Serokkomar Hasan Rûhanî li ber nêzîkatiya Konseya Mûxafizan rabû ku namzetiya gelekan betal kir û bang li gel kir ku bi xurtî tevlî hilbijartinê bibe. Rûhanî di salvegera 41'ê ya Şoreşa Îslamî de daxuyanî da û got, "Neteweya Îranê ya hêja, lawaz nebin, berê xwe ji sindoqan nedin alî." Hasan Rûhanî û koalîsyona wî ji ber ku ji boykotê bi fikar in banga tevlîbûnê dikin.

BOYKOT

Lê belê krîza ku kûr bûye, her wiha nebûna hilbijartineke demokratîk dibin sedem ku mirov bêhtir xwe ji hilbijartinê vegirin. Di hilbijartinên beriya niha de jî boykot timî di rojevê de bû.

Komeleyê Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 9'ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar weşandin û ragihandin ku wan biryara boykotkirina hilbijartinê wergirtine. Her du tevgeran diyar kirin ku hilbijartin şeklî ne, antî demokratîk in û bersivê nadin daxwazên gelan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku meclîsa nû jî wê bi vî rengî şeklî be, daxwazên demokratîk û rewa yên gelan red bike.

Mucahît Gel ku komeke mûxalîf e, banga boykotê kir. Seroka Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê Meryem Racavî ku weke nûnerê siyasî yê li sirgûna Mucahîtên Gel tên naskirin, destnîşan kir ku boykotkirina hilbijartinê 'wezîfeyeke welatparêziyê ye'.