Li Îranê hilbijartin: Qalîbaf xwe ji namzetbûnê vekişand!

Serokê şaredariya mûhazafakar ê Tahranê Mûhammed Baqir Qalîbaf namzetiya xwe ji hilbijartina serokkomariyê ya ku wê 19'ê Gûlanê pêk were vekişand. Qalibaf bang kir ku deng ji bo mele Îbrahîmê Reîsî bikar bînîn.

Qalîbaf di daxuyaniya ku dayî de wiha got:"Di vê astê de ya herî giring, parastina berjewendiyên welat û şoreşê ye." Galibaf li dijî Reîsî namzetiya xwe vekişand û ji aliyên xwe xwest ku ji bo Reîsî deng bikar bînin.

Namzetê Serokomariya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf yê ji lîsteya mûhafazakaran, ji bo piştgiriya namezetê din yê muhafazekaran Îbrahîm Reîsî ji namzetiyê vekişiya. 

Ji hilbijartina serokomariya Îranê ya 19'ê Gulanê re 4 roj man. Namzetê Serokomariya Îranê Mihemed Bakir Qalîbaf xwe ji namezetiyê kişand.

Serokê berê yê şeredariya Tahranê Mihemed Bakir Qalîbaf bi daxuyaniyek nivîskî vekişîna xwe ya ji namzetiyê ragihand û bang li hilbijêrên xwe kir ku  dengê xwe bidin namzetê muhafazekaran îbrahîm Reîsî.

Qalîbaf wiha got: "Hêvîdarim ku ev biryar ji bo guhertina ekonomiya Îranê  bibe guhertineke  bingehîn."