Li Îranê Hatemî bi rexneyên tund li ser dikê ye!

Nakokiyên di navbera Îran û DYA’yê de, dîsa piştî DYA ya ku bi yek alî xwe ji peymanê vekişand û bi destpêkirina guşaran û şûnde, li gel krîzên aborî û siyasî yên li Îranê rû didin, Serokkomarê berê Muhammed Hatemî dîsa li ser dika siyasetê ye.

Bûyerên ku ji ber pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî yên rû didin, Serokkomarê berê yê Îranê Muhammed Hatemî yên di nava rûspiyên referê de cih digire, bû sedem ku ji nû ve li ser dika siyasetê xwe bide nîşandan.

YAN DERBE YAN JÎ ŞOREŞ DIBE PÊK WERE!

Hatemî bal kişand ser encamên ku bibe sedema tedbîrên tund ên li dijî çalakiyên civakî yên hiqûqî û îfadeya derbirînê, dîsa neliber çavgirtina daxwazên civaka welat, astengkirina îfadeya derbirîn û çalakiyên hiqûqî hişyariya wê rê li ber ‘An derbe an jî şoreşê’ veke kir.

DIVÊ REFORM BÊN KIRIN

Hatemî di daxuyaniya xwe ya li ser malpera bi navê ‘Kaleme’ a bi nêzî rêveberên Tevgera Kesk Mîr Huseyîn Musevî û Hemdî Kerrûbî ên reformîstin ve tê zanîn diyar kir ku li Îranê axaftin û qenalên peywendiyê girtîne, yên ku gotin an jî kiryarên baş di derbarê welat de dibêjin nêzîkatiyên cuda û xirab li ser tên kirin.

Hatemî bibîr xist ku hê jî Îran ‘li têk neçûye’ rewş dikare bê çareserkirin, anî ziman ku divê rêveber û polîtîka bê guhertin û di sîstemê de hinek reform bên kirin.

Hatemî da xuyakirin ku gel ji rewşa heyî ne razî ye, eger guh nadin gotin, daxwaz li ber çavan nayên girtin, pêşîgirtina rexneyan û bi azadiya îfadeyê û çalakiyên hiqûqî tên astengkirin wê ev rê li ber ‘darbeyê yan şoreşê veke.’

Hatemî bal kişand ku divê li ser daxwazên gel bên tevgerkirin û di nava civakê de bi qasî tê xwestin qadên azad nîne.

DEMOKRASIYEK ADIL Û EXLAQÎ

Hatemî bibîr xist ku demokrsiyek adil û exlaqî dixwazin, diyar kir ku dibe şaştiyên reformîstan hebe, lê ev nayê wateya sûcên refeorman e, divê dev ji reforman neyên berdan.

Hatemî destnîşan kir ku ji bo reformên bingehîn, divê mekanîzma bên başkirin, eger reformîst şaştiyan dikin divê bi cesaretekî mezin li xwe mikûr werin.