Li Îranê gel li dijî zamkirina benzînê daket kolanan

Li Îranê ya ku krîzeke ekonomîk heye 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin û gel li dijî zamê daket kolanan.

Li Îranê şeva Pençşemê ji aliyê wezareta Petrolê ve zam li benzînê hate kirin. Beriya niha lîtreya benzînê ku 1000 tumen bû, lîtreya benzînê ji bo yên bi qert bû 1500 tumen û ji yên bê qert re jî bû 3000 tumen. Zama li benzînê hate kirin li gelek deran weke 50 ji sedî hate nîşandan lê di rastiyê de derket holê ku 200 ji sedî hatiye kirin.

Li Îranê di dema Mahmûd Ahmedî Nejat de firotina benzinê derbasî sîstema bi qert bibû. Di sîstema bi qert de lîtreya benzînê 400 tumenê Îranê û bihayê lîtreya bê qert jî 500 tumne bû. Piştî ku Hasan Rûhanî bû desthilatdar 50 ji sedî zam li lîtreya benzînê hate kirin, lîtreya benzînê bû 1000 tumen û sîstema bi qerrt ji holê hate rakirin.

Wezareta Petrolê ya Îranê ragihandin ku dîsan dest bi firotina benzînê ya bi sîstema bi qert hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin li gorî sîstema bi qert 50 ji sedî zam li benzînê hatiye kirin, lître ji 1000 tumenî bû 1500 tumen û di firotina bê qert de jî lîtreya benzînê bûye 3000 tumen.

LI GELEK BAJARAN GEL DAKET QADAN

Xelkê Îranê li gelek bajaran ji bo protestokirina zama li benzînê daket kolanan. Xwepêşandêran dirûşmeyên “Dîktator şerm bike” , “Rûhanî şerm bike” berz kirin.

XWEPÊŞANDAREK HATE KUŞTIN

Hêzên ewlehiyê û polîsên Îranê li gelek deveran bi çek û gaza îsotê êrîşî xwepêşandêran kir. Di êrîşê de li  Sîrcanê kesek hate kuştin, xwepêşandêran jî pompeyên benzînê yên li Sîrcan, Îsfehan û Meşedê şewitandin.

ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN

Belavokek hate parvekirin û hate gotin ku heta zama li benzînê neyê rakirin wê li hemû bajaran çalakî werin kirin.