Li Îranê erd hejiya: Kesek mir, bi dehan kes jî birîndar bûn

Ji ber erdheja bi pileya 5,6 a li başûrê rojavayê Îranê pêk hat, kesek mir bi hêmanî 45 kes jî birîndar bûn.

Erdhej li gorî saeta herêmî saet 11:30’î, li kurahiya 17 kêlometre li bajrê Mescîd-î Suleyman a dikeve eyaleta Xuzistanê pêk hat.

Enstîtûya jeofîzîkî ya Emerîka pileya erdhejê weke 5,6 pile nîşan da.

Berpirsê rêxistina alîkariya lezîgîn Mûrtasa Selîmî yê ji televîzyona dewletê re axivî ragihand ku kesek miriye, bi kêmanî 45 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku bajar û gundên derdor jî erdhejê bibandor bûne, agahiyên tenê qelş li avahiyan bûne hatin dayîn. Lê li hinek herêman ketina bejahiyê hatine girtin.

Di erdheja Mijdara 2017’an a li herêma Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 7,3 pêk hat de, 620 kes miribûn. Di erdheja bi pileya 6,6 a li eyaleta Kerman a sala 2003’yê de jî bajarê Bam hilweşiya bû û bi kêmanî 31 kes miribûn. Erdheja herî xirab jî, sala 1990’ê bi pileya 7,4 pêk hatibû û di vê erdhejê de jî 40 hezar kes miribûn. Nêzî 300 hezar kes jî bibîrndar bûbûn û nêzî nîv milyon kes jî bê mal mabûn.